H’emû nûçeSereke

P’aşînyan e’lametîyên xweye li Myûnxênê kirî, girêdayî pirsgirêka Qerebag’êr’a, şirove kirîye

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan e’lametîya xweye  nava dorana h’emcivîna Myûnxênêda kirî îzbat kirîye.Ewî gotîye,wekî bona Qerebag’ê t’oprax t’unene, lê heye bêqezîyabûn û Arsax nikare wê bêqezîyabûnê bide.Derheqa wê yekêda P’aşînyan wextê hevp’eyvîna li têlêvîzîyona Ermenîstanêye Civakî gotîye. “Em dibêjin,wekî wextê ku statûs-k’ivo çê bûye û wextê ku qewatên Arsaxêye xwep’arastinê ew t’opraxên dora Qerebag’ê hildane bin kontrola xwe, wana ew yek kirîye, bona ku kirinên Adirbêcanêye agrêsîv ji Qerebag’ê bêne dûrxistinê.Eger pêşnîyareke ç’areserkirina bêqezîyabûna Qerebag’êye mayîn heye,bila ew bê pêşdak’işandinê û cime’ta ermenî wê gotûbêj bike, ku ew bona wê ya qebûlkirinêye, yan, na”,-P’aşînyan gotîye.P’aşînyan usa jî derheqa gotina yektîya têrîtorîyada daye dîyarkirinê. “Qerebag’a Ç’îya mînanî Adirbêcanê serbestî stendîye.Wextê ku derheqa prînsîpa yektîya têrîtorîyada dibêjin, wî çaxî derheqa yektîya têrîtorîyaên welêtda dibêjin.Wextê ku Adirbêcanê serbestî stendîye, gelo yektîya têrîtorîyayên Sovyêtê hatîye xweykirinê?Çawa caba wê pirsê dikarin pirseke mayîn bidin, ku gelo yektîya Sovyêtê hatîye xweykirinê? Çimkî ew welat t’une, nava k’îjanêda jî Qerebag’ bûye, lê Adirbêcan jî K’omara Adirbêcanêye Sosîyalîstîyê bûye”,-P’aşînyan gotîye.Nîkol P’aşînyan ew yek îzbat kirîye,wekî h’elkirina pirsgirêkê gerekê bona Ermenîstanê, Qerebag’ê û Adirbêcanê ya qebûlkirinêbe, lê h’elkirina pirsgirêkêye bi r’îya leşkerî t’une.Em bêjin,wekî 15-ê sibatê nava dorana civîna Myûnxênêda gotûbêjkirina derheqa pirsgirêka Qerebag’êda derbaz bû, t’evî k’îjanê bûn serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham E’lîêv.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button