SerekeSîyasî

Li K’urdistana Îranê r’ûê e’rdh’ejêda 3O-î meriv birîndar bûne, lê li T’irk’îyaê h’evt meriv wefat bûne

Îranê ew yek îzbat kirîye,wekî nava encamên e’rdh’eja bi qewata 5,7 bala, 3O-î meriv birîndar bûne. Çawa ku serk’arê merk’eza krîzîsa li provînsîya Adirbêcana R’ojavayê Îsmayîl Salem e’lam kirîye, zyaneke mezn gihîştîye gundên nêzîkî bajar’ê Xoyê, yên li nêzîkî h’idûdê t’evî T’irk’îyayê. Bi gotina wî k’omên piştgirîyê şandine li wir û hîvîyêne,wekî r’eqema zyank’êşa wê zêdebe.Li T’irk’îyayê jî r’ûê e’rdh’ejêda h’evt meriv wefat bûne.Têlêvîzîyona T’irk’îyaêye dewletê e’lam kirîye,wekî r’ûê e’rdh’ejêda 43 gund zyanê k’etine û li bajar’ê Wanê avayên h’edimî hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button