SerekeSîyasî

T’irk’îya û Pakîstan h’idûdên xweye t’evî Îranê r’ûê koronavîrûsêda digrin

T’irk’îyaê û Pakîstanê h’idûdên xweye t’evî Îranê girtine,wextê ku h’ukumata T’êhêranê îzbat kir, ku  nêzîkî deh merivî ji koronavîrûsê wefat bûne.Anegorî me’lûmetîyên wezîreta Îranêye sag’lemîxweykirinê îdî h’eyşt meriv wefat bûne, lê t’êsta 43 meriva jî daye k’ifşê, ku li cem wan ew nexweşî heye.Wezîrê T’irk’îyayêyî sag’lemîxweykirinê Fehredîn Xoca gotîye,wekî wana qirar kirîye, ku h’idûdê t’evî Îranê bigrin.Usa jî Pakîstanê e’lam kirîye.Afg’anistanê jî p’êwendîyên hewê dane sekinandinê û îzina seredanên bi k’omaye li Îranê nade.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button