H’emû nûçe

H’ukumata Herêma K’urdistanê mek’t’eba û zankoya dide girtinê bo ku koronavîrûs belav nebe

H’ukumata Herêma K’urdistanê qirar qebûl kirîye, ku mek’t’eba û zankoya bi we’dê mehekê bide girtinê, bona ku koronavîrûs belav nebe. Ev qirar wextê civîna wezîraye bi sedirtîya Me’srûr Barzanîyê serekwezîr hatîye qebûlkirinê.Wextê civînê usa jî serokên qezayên Hewlêrê, Silêmanîyê, Dihokê û H’elebcê hazir bûne.Hatîye dîyarkirinê,wekî mek’t’eb û bag’çên zar’oka wê ji 27-ê sibatê h’etanî 24-ê adarê girtîbin.Çi ku derheqa zankoyada û îdarên xwendinêye mayîndane, ewê ji 29-ê sibatê bên girtinê.Usa jî hatîye bangkirinê, ku fir’înên teyaraye berbi hinek alîya, li k’îderê koronavîrûs heye, bêne sekinandinê.Bi wê yekêva t’evayî h’ukumatê h’emû gavên anegor biavêje, ku ew vîrûs belav nebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button