H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê 37 meriv bi şikberîya koronavîrûsê birine nexweşxana

Serk’arê organa sag’lemîxweykirinê û xebatê Hakob Avagyan wextê hevp’eyvîna xweye li têlêvîzîyona ermenîye “Şant'”-ê derheqa wan xebatada gotîye, yên ku tên mîyaserkirinê ku koronavîrûs nek’eve Ermenîstanê. “Em ne t’enê germaya merivên ku tên Ermenîstnê kontrol dikin, lê xêncî wê yekê kontrola ji der tê derbazkirinê.Diqewime germa wî merivî t’unebe, ewî derman xweribe û germa wî nimizbe, lê nîşanên wê nexweşîyê hene.Wan nîşana meriv dikare naske”,-Avagyan gotîye. Bi gotina wî xebatên başqe jî tên kirinê. “Em t’evî îdarên anegor hevk’arîyê dikin, wextê ku em zanin,wekî ji wan welata, li k’îderê ew nexweşî heye, meriv tên Ermenîstanê, em pêşda k’artên wan hazir dikin.Ji 24-ê meha çileda me 1271 k’art hazir kirine ji k’îjana 36 meriv îdî ji ser sînor birine nexweşxana”,-Avagyan gotîye.Çi ku derheqa h’idûdê t’evî Îranêdaye, ji wir h’etanî niha t’enê merivek birine nexweşxanê. Ew meriv welatîyê Ermenîstanêye, ariş-vêrşçîye û pêr’a jî hatîye zelalkirinê,ku ew nexweş nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button