SerekeSîyasî

ŞAY sanksîya dijî cêrge welatîyên Çînistanê, Îraqê, R’ûsîyayê û T’irk’îyayê pêşda k’işandine

ŞAY dijî 13 merivên ji Çînistanê, Îraqê, R’ûsîyayê û T’irk’îyayê sanksîya pêşda k’işandine bona t’er’ibandina qanûna amêrîkîye derheqa belavnekirina sîlih’ên qir’kirina massaêye hindava Îranê, Korêayê û Sûrîyayêda. Derheqa wê yekêda TASS-ê r’agîhandîye, ya ku e’lametîya k’atibê ŞAY-yî dewletê Mayk Pompêyo belav kirîye. “ŞAY dijî 13 merivên ji Çînistanê, Îraqê, R’ûsîyayê û T’irk’îyayê sanksîya pêşda dik’işîne, k’îjana qanûna derheqa belavnekirina ç’eka qir’kirina massaêye hindava Korêya Başûr, Îranê û Sûrîyaêda t’er’ibandine. Dik’evine nava van sanksîya usa jî yên dijî pênc hevaltîyên Çînistanê û T’irk’îyayê k’îjana piştgirî dane berne’ma Îranîye r’okêta”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button