H’emû nûçeSereke

Heger şaşîya Lênîn nîbûya, îro wê T’irk’îya t’unebûya, lê Ermenîstan jî wê welateke qewatbûya: Jîrînovskî

Serokê partîya R’ûsîyaêyî lîbêral-dêmokratîk Vladîmîr Jîrînovskî qewimandina destpêka sedsala derbazbûyî r’astî şirove kirîye û hatîye ser wê fikirê,wekî heger şaşîya Lênîn nîbûya, r’oja îroyîn wê T’irk’îya t’unebûya, lê Ermenîstan jî wê welateke qewatbûya. “Heger sala 1917-a şorişa r’ûsî nîbûya, wî çaxî eskerê Kavkazê wê Konstandnopolîs dagir bikira.Feqet paşda gazî esker dikin û r’ûsîya bolşêvîk ji nava şêr’ derdik’eve.Hema wî çaxî jî yûnan û îtalî t’irka dîsa dih’incir’înin.Me gerekê îzin bida, bona h’etanî dawîyê ew bih’incir’andana.Lênîn wî çaxî e’lam kir,wekî ew şer’ê împêralîstaye û dijî t’irkên k’arkire.Ewî wî çaxî alî T’irk’îyayê kir, sîlih’, zêr’ û p’ere dane wan. R’ûsîya Sovyêtê wî çaxî şaşîyên wî cûr’eyî kirin û ew yek bi gunek’arîya Lênîn qewimî.Ew merivekî bi fikira xweva ze’yîf bû, yê ku ji zankoyê hatibû derxistinê.Heger wî çaxî şaşîya Lênîn nîbûya, r’oja îroyîn T’irk’îya wê t’unebûya, lê meyê jî alî bikira ku Ermenîstana qewat sazbûya”,-Jîrînovkî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button