H’emû nûçe

Serokê qeza Hewlêrê r’ûê koronavîrûsêda t’eşkîldarîyên p’êşk’êşî cejina Newrozê betal kirine

Serokê qeza Hewlêrê Firset Sofî r’oja çarşemê e’lam kirîye,wekî h’emû t’eşkîldarîyên p’êşk’êşî cejina Newrozê wê neyêne derbazkirinê. Ev gav nava doranên şer’k’arîya dijî koronavîrûsê tên avîtinê.Hersal, 21-ê adarê, bi seda h’ezara meriv berev dibin ku cejina Newrozê bidine k’ifşê.Firset Sofî gotîye r’ojne’mevana,wekî ew h’emû t’eşkîldarî îsal wê bên betalkirinê, nenihêr’î wê yekê,wekî li K’urdistanê nexweşên bi koronavîrûsê nehatine dîtinê. Feqet, bi h’esabhildana wê yekê,wekî K’urdistan li r’ex Îranêye, li k’îderê 19 meriv ji koronavîrûsê wefat bûne, h’ukumata herêmê qirar kirîye, ku bo wê yek berevbûnên wî cûr’eyî neyêne t’eşkîlkirinê.Me çawa dabû dîyarkirinê, dergehên hidûdên t’evî Îranê hatine girtinê û mek’t’eb, usa jî zanko naxebitin, çimkî li nexweşxana û li merk’ezên doxtirîyê hazirîyên xwe dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button