H’emû nûçeSereke

Cêr’ibandina p’arêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv wê li welatên mayîn bê r’aberkirinê

P’arêzerê Ermenîstanêyî mafê mêriv Arman T’at’oyan dêlêgasîya bi serk’arîya k’atibê olk’a dêmokrasîya T’omas Garêt’ qebûl kirîye.Dik’evine nava t’eşkîla dêlêgasîyayê wek’îlên civakên sîvîle ji Lîtvayê, Polonîyaê, R’ûmînîyayê, Norvêgîyaê û ŞAY-î. T’omas Garêt gotîye,wekî meremê seredanê ewe, ku wê yekê lêk’olîn bikin, ku h’ukumata Ermenîstanê gavên çawa têr’a dîtine bona qewînkirina înstîtûtên dêmokrasîye li Ermenîstnê û p’arastina mafên mêriv.Arman T’at’oyan gotîye,wekî p’arêzerên mafê mêriv bi aktîvî t’evî şuxulk’arîya h’ukumatêye werguhastina, gotûbêjkirina dibe, pêşnîyara r’aber dike.Wextê hevdîtinê usa jî pirsên mafên jina û zar’oka hatine gotûbêjkiriê.Wextê r’asthatinê hatîye pêşnîyarkirinê,wekî cêr’ibandina p’arêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv li welatên mayîn bê r’aberkirinê.Alî p’evk’etine ku hevk’arîyê bidine berfirekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button