H’emû nûçeSereke

Girêdayî nexweşîya koronavîrûsêr’a Barzanîyê serekwezîr bi xwe çûye xweşxana

Serekwezîrê K’urdistnê Me’srûr Barzanî li nexweşxana Hewlêrê qesidîye bona ku bi xwe dîna xwe bide hazirîyên bona pêşîgirtina koronavîrûsê.Anegorî encamên seredanê, Barzanîyê serekwezîr gotîye r’ojne’mevana,wekî h’ukumata Herêma K’urdistanê t’u tiştî nahêvşîne bona ku h’emû mecalên bo pêşîgirtina wê nexweşîyê bêne xebitandinê.Ewî usa jî r’azalixî e’lamî wezîreta sag’lemîxweykirinê kirîye bo hazirîyê û gotîye, gerekê h’emû nexweşxanên li K’urdistanê wî cûr’eyî hazirbin, nenihêr’î wê yekê,wekî ew nexweşî li K’urdistanê nehatîye dîtinê. Serekwezîr bîr anîye, wekî li Îraqê û li Îranê r’eqema merivên nexweşk’etî zêde dibe, bo wê yekê jî meriv borcdarin şêwirên wezîreta sag’lemîxweykirinê û ya k’arên hundur’ biqedînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button