H’emû nûçeSereke

Li wezîreta Ermenîstanêye k’arên der bi t’evbûna bayloza r’asthatina bona gotûbêjkirina pirsa derheqa îzinnedayîna belabûna nexweşîya koronavîrûsê derbaz bûye

27-ê sibatê li wezîreta Ermenîstanye k’arên der hevdîtin derbaz bûye,t’evî k’îjanê bûne baylozên welatên dere li Ermenîstanê.T’evî wê r’asthatinê bûne cîgirê wezîrê k’arên der Avêt Adons,wezîrê Ermenîstanêyî sag’lemîxweykirinê Arsên T’orosyan û cîgira wezîr Lêna Nanûşyan.T’orosyanê wezîr derheqa gavên seroketîya Ermenîstanêda, yên bo şer’k’arîya dijî nexweşîya koronavîrûsê r’aber kirîye.Piştî axavtina wezîr, bayloza pirs dane Arsên T’orosyan.Wextê r’asthatinê usa jî baylozê Çînstanêyî li Ermenîstnê T’îyan Êrlûn bi axavtin pêşda hatîye, yê ku h’alê li Çînistanê r’aber kirîye û gotîye,wekî r’eqema merivên qencbûyî himberî berê r’oj bi r’oj zêde dibe û seroketîya Çînistanê hîvîyêye ku biharê belavbûna nexweşîyê wê bidine sekinandinê.Baylozê Îtalîyaêyî li Ermenîstanê Vînçênso dêl Monako h’alê li Îtalaîyayê r’aber kirîye û gotîye,wekî li welatê wî r’eqema nexweşa ji 4OO-î zêdetir bûye.Koordînatorê t’eşkîleta Organîzeya Net’ewên Yekbûyî Şombî Şarp derheqa gavên organîzeyêda xeberdaye.Paşê feydayên h’evdîtinê ji alîyê wezîrên sag’lemîxweykirinêda hatine t’omerîkirinê.Avêt Adons jî gotîye,wekî r’asthatinên wî cûr’eîye bi hazirîya dîplomata, heger pêwîstbe wê bên t’eşkîlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button