Dîyaspora k’urdaye li Ermenîstanê de’wê ji T’irk’îyayê dike, ku advokatên Ocalan bikaribin wî bibînin
29-ê sibatê dîyaspora k’urdên Ermenîstanê li ber ofîsa Organîzeya Net’ewên Yekbûyî mîtîng derbaz kirîye.Dîyaspora berbir’î civaka navnet’ewî bûye û bangî seroketîya t’irka kirîye, ku îzinê bidin, ku advokat her’in û Abdûla Ocalan bibînin, derheqa sag’lemîya wîda pê bih’esin. “27-ê sibatê seroketîya t’irka be’sek belav kirîye,wekî li ada Îmralîyê, li k’îderê eva serê 21-salaye, ku Abdûla Ocalan girtîye,agir dor-bera k’etîye.Wana bi vî cûr’eyî e’lametîya xwe ser hevda anîye û tiştekî mayîn negotine, ku sag’lemîya wî çawane.K’urdên t’emamîya dinîyaê r’abûne ser p’îya. Sîyasîya seroketîya t’irka wê yekê dike bin şikberîyê, çimkî pêşda wana çend cara gotibû,wekî sag’lemîya Ocalan baş nîne.Lê wextê em r’abûne ser p’îya wî çaxî zelal bû, ku ew yek derewe”,-parlamêntvanê Ermenîstanê, yê dîyaspora k’urdên Ermenîstanê Kinyazê H’emîd gotîye.Ewî gotîye,wekî ew dixwezin bêjine dinîyayê ku seroketî îzinê bide, ku advokatên Ocalan her’ine cem wî û wî bibînin. K’urdên T’irk’îyayê, Sûrîyayê, Îranê, Îraqê û yên çend welatên Avropî de’wa wê yekê dikin.