H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê 32 meriv, yên ku t’evî nexweşên bi koronavîrûsê nava p’êwendîyada bûne, hatine başqekirinê

32 meriv, bi şikberîya nexweşîya koronavîrûsê, hatine başqekirinê.Derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransa t’eglîfkirî, wezîrê Ermenîstanêyî sag’lemîxweykirinê Arsên T’orosyan gotîye û bi hûrgilî derheqa wê yekêda îzbat kirîye, ku çawa qewimandina wê nexweşîyêye e’wlin li Ermenîstanê dîtine.Merivên başqekirî li Saxkazorê, li mêvanxana Gold P’êlêsê tên xweykirinê.”Anegorî h’esabên dawî, welatîyê ku li cem wî koronavîrûs îzbat bûye, bi t’u tiştîva cuda nabe, nîşanên nexweşîyê nayêne k’ifşê. Pêşda germa wî hebûye, lê li cem kevanîya wî ew nexweşî nehatîye dîtinê”,-wezîr gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî h’etanî niha 117 meriv hatine kontrolkirinê û li cem merivekî ew nexweşî îzbat bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button