SerekeSîyasî

Meh’med E’lewî nikaribû h’ukumata nû sazke û ji t’abîya xwe dûrk’et

Serekwezîrê Îraqê Meh’med E’lewî e’lam kirîye,wekî ew ji qulixa xwe dûr dik’eve.Pêşda parlamênta welêt dîsa nikaribû r’ûê kêmasîya parlamêntvanada t’eşkîla h’ukumatê qebûl bikira.E’lewî nava nama xweda ya ser navê serokê Îraqê Berhem Salih’ gotîye,wekî ewî dixwest h’ukumata serbixwe sazkira, lê t’esîreke mezin li ser wî hate kirinê.Nava 15 r’ojada Berhem Salih’ wê konsûltasîyayên bona k’ifşkirina serekwezîrê nû derbazke. E’lewî beşeke partîyayên sîyasî r’exne kirîye û gotîye,wekî wana sozên xwe neqedandine, wana pêşîya hilbijartina dabû cime’tê.E’lewîr’a li hev nehatîye p’ir’anîya partîyayên sîyasî û frak’sîyayên parlamêntîyê, bi t’aybetî k’urda û sunîya bîne li ser wê t’abîyê, ku ew piştgirîya wî bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button