SerekeSîyasî

Serekwezîr Barzanî:h’ukumata Îraqêye pêşer’ojê gerekê qedirê mafê K’urdistanêyî konstîtûsîon bigre

H’ukumata Îraqêye pêşer’ojê gerekê qedirê mafê K’urdistanêyî konstîtûsîon bigre. Derheqa wê yekêda serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî gotîye, wextê ku ew t’evî prêss-konfêransa li Ammanê bibû, ya piştî hevdîtina t’evî p’adişê Ammanê.Wextê wê r’asthatinê pirsên p’êwendîyên dualî hatine gotûbêjkirinê.Bi axavtina derheqa sazkirina h’ukumata Îraqêye nûda, Barzanî daye dîyarkirinê,wekî Îraq gerekê qedirê Herêma K’urdistanêye sîyasî, ya bi konstîtûsîyayê naskirî, bigre. “Eva prînsîpa qewînkirina p’êwendîyên di navbera Hewlêrê û Beg’dayêdane”,- Me’srûr Barzanî gotîye.E’lametîya Barzanî wî çaxî belav bû, wextê ku serekwezîrê Îraqêyî k’ifşkirî Meh’med E’lewî e’lam kir, ku ew nikare p’ir’anîya partîyayên sîyasî û frak’sîyayên parlamêntê bîne li ser wê t’abîyê, ku ew piştgirîya wî bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button