H’emû nûçe

Kar’antîna pênc steyrkê”:prêssa navnet’ewî derheqa mêt’oda şer’k’arîya dijî koronavîrûsêye li Ermenîstanê daye dîyarkirinê

Pirêssa h’emdinîyayê ji mêt’odên şer’k’arîya Ermenîstanêye dijî koronavîrûsê zendegirtî maye. Pirêssa r’ûsa û t’irka birina 32 welatîyaye li mêvanxana Saxkazorêye “Goldên P’êlsî”-ê nav kirine çawa “kar’antîna pênc steyrkê”. Wana nivîsîye,wekî li gelek welatên dinîyayê h’eta zordarîyê jî dijî merivên nexweşk’etî didine k’ifşê, lê seroketîya Ermenîstanê 32 welatîyên ku hindava wanda bona nexweşîyê şikberin,birine mêvanxana pênc steyrkê. Pirêssayê nivîsîye,wekî ew 32 meriv birine wê mêvanxanê, ya ku 5O-î kîlomêtrî ji Yêrêvanê dûre, ji dereca be’h’rê li ser bilindaya 21OO mêtrîye, li k’îderê h’ewzên olîmpîyê û h’etanî kazîno jî heye.Pirêsa t’irka nivîsîye,wekî vîdêoya ku Nîkol P’aşînyanê serekwezîr belav kirîye, dide k’ifşê, ku çawa merivên bi k’incên mexsûs li odên mêvanxanêye lyûk’s xwerinê belav dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button