H’emû nûçeSereke

Organîzeya Net’ewên Yekbûyî: k’omên ku ji alîyê T’irk’îyayêda tên piştgirtinê, li K’urdistana Sûrîyayê xirabk’arîyên leşkerî mîyaser dikin

P’êşekzanên ji komîsîya Organîzeya Net’ewên Yekbûyî r’agîhandine,wekî opozîsîya Sûrîyayê piştgirîya T’irk’îyayê distîne û wextê ku dik’eve li neh’îyên k’urdaye li bakûrê Sûrîyayê xirabk’arîyên leşkerî mîyaser dike, û usa jî r’ûê derbên r’okêtada binelîyên sîvîl tên kuştinê.Ev h’emû gunek’arkirin nava r’aporta komîsîya organîzeyêda hatine r’aberkirinê.Bi fikira komîsîyayê, T’irkîya gerekê lêk’olînkirinê derbazke û bide zelalkirinê ku ew cabdare bona wan derbên avîyasîyayê, ya ku ewê meha cotmehêda gîhandîye cêrga avtomaşînaye bi merivên sîvîl.Wextê wê êrîşê 11 meriv hatine kuştinê, 74 jî birîndar bibûn. T’irk’îya wê yekê înk’ar dike, lê k’omên mafp’arêz îzbat dikin,wekî ew derb ji alîyê teyarên t’irkaye leşkerîda hatine gîhandinê.Xêncî wê yekê ew k’omên ku T’irk’îya piştgirîya wan dike, meriv kuştine û t’alankirinêva mijûl bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button