H’emû nûçe
Fîlma derheqa şorişa e’dilda wê li sînêmayên amêrîkîda bên nîşandayînê
Fîlma bi sernavê ” Ez t’enê nînim”, ya derheq şorişa e’dile sala 2O18-ye li Ermenîstanê, wê li sînêmayên ŞAY-da ji dehê nîsanêda bê nîşandayînê.Dengbêjê ermenî Sêrj T’ankyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda derheqa wê yekêda nivîsîye.T’ankyan usa jî derheqa serecema fîlmêda nivîsîye.Dehê nîsanê fîlmê li Los Ancêlêsê bê nîşandayînê, 17-ê nîsanê li Nyû -York’ê û Frêznoyê, lê 24-ê nîsanê li Waşîngtonê, Bostonê û li cîyên mayîn wê bê nîşandayînê.Cara e’wlin ew fîlm h’evtê îlonê li Torontoyê hatîye nîşandayînê û layîqî r’ewa fêstîvala Torontoyêye navnet’ewî bûye.Karîn Hovhannîsyan r’êjîsîorê wê fîlmêye.