H’etanî niha Ermenîstan nava k’arên îzinnedayîna belavbûna vîrûsada bi h’esabên bilind nava zona k’eskdane
Nava navnîşa welatên dinîyaêda, nava k’arê îzinnedayîna belavbûna vîrûsada, Ermenîstan li ser dereca bilinde, çimkî hazirîya baş heye, ku pêşîya vîrûsa bigrin. Li ser xerîtê, bi r’engê k’esk, ew welat hatine k’ifşkirinê, li k’îderê p’arastina meriva ç’areserkirîye.Malp’er’ê daye dîyarkirinê,wekî li Ermenîstanê koordînasîyakirin, propaganda, xebitandina t’evgirêdana, xurekê ç’areserkirî baş tên mîyaserkirinê. Li Ermenîstanê pêşîgirtina nexweşîyên ku ji h’eywana derbazî li ser meriva dibin, li ser dereca bilinde.T’evî Ermenîstanê usa jî Gurcistan, Kanada, Yaponîya, Avstralîya, Yektîya Mîrtîyên E’reba li ser dereca bilindin.Derheqa wê yekêda cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Ermenîstan hazire vîrûsa e’yanke, bide sekinandinê û îzinê nede, ku ew belavbin”,- cîgirê serekwezîr daye dîyarkirinê.