Sereke

K’arta k’urdaye lîstikê wê T’irk’îyayê dora sivira hevr’axeberdana bide r’ûniştandinê

Bona h’elkirina de’w û doza di navbera Sûrîyayê û T’irk’îyayêda pêwîste ku “k’arta k’urdîye lîstikê” bidine xebatê.Derheqa wê yekêda wextê qisa t’evî kanala têlêvîzîyona r’ûsîye “Zvêzda”-ê, fikira wî cûr’eyî dîrokzanê leşkerî Yûrî Knûtov gotîye.Bi gotina wî heger Başar Esed û cime’ta Sûrîyayê pirsa derheqa dayîna avtonomîya boy k’urda bilindkin, wî çaxî k’urdê bona Damişqê şer’kin. “Niha mecla k’urda heye piştgirîyê bidine serokê Sûrîyayê û bi wê yekêva t’evayî de’wê bikin, ku mafên wan bidine berfirekirinê-dîrokzan gotîye.Ew gumane,wekî gava wî cûr’eyî wê usa bike, ku k’urdên T’irk’îyayê jî şer’k’arîya xweye dijî Êrdog’an diha aktîvkin, nava encamê k’îjanêda T’irk’îyayê li ber pirsgirêka şer’k’arîya bi du e’nîya bisekine. “K’arta k’urdîye lîstikê r’oja îroyîn gelekî girînge û ew mecalê dide ku h’al bidine guhar’tinê û T’irk’îyayê dora sivira hevr’axeberdana bidine r’ûniştandinê”,-Knûtov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button