SerekeSîyasî

Barzanî:cime’ta K’urdistanê wê t’u cara bindestbûnê û neheqîyêr’a qayîl nebe

R’oja 29-salîya şorişa sala 1991-ê lîdêrê k’urd Me’sûd Barzanî e’lam kirîye,wekî cime’ta K’urdistanê t’u cara wê bindestbûnê û neheqîyêr’a qayîl nebe. “Ez cime’ta K’urdistanê pîroz dikim, girêdayî wê yekêr’a,wekî 29 sal pêşda ew r’abûne dijî r’êjîma Semed H’usêynê dîktator”,- Barzanî T’wîttêrêda nivîsîye. “Cime’ta me wê t’u cara bindestbûnê û neheqîyêr’a qayîl nebe”.Serhildana sala 1991-ê çawa serhildana mezin tê qebûlkirinê, ya ku dijî dîktatûra Sedem H’usêyn bû.Pêşmerge wî çaxî ji ç’îya ber’jêrî bajar’a bûn û gihîştine cime’ta cî.Piştî vê serhildanê, r’êzolyûsîya şêwira Organîzeya Net’ewên Yekbûîye Bêqezîyabûnêye 688-a hate qebûlkirinê, bi saya k’îjanê zona hewêye li ser K’urdistanê hate p’arastinê ku k’urda bip’arêzin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button