H’emû nûçe

Li Matênadaranê destnivîsara ermenîye kevinare wê bê nîşandayînê

Ji şeşê adarêda li Matênadarana Maştos wê vekirina p’êşengeha destnivîsarên ermenîye kevinareye li ser k’ag’ez destpêbe.P’êşengehê h’etanî çarê nîsanê berdewambe. Nava dokûmêntên kevinareda destnivîsara h’ejmara 2679-a, ya ku sala 981-ê hatîye nivîsarê, cuda dibe.Ew nivîsar r’oja îroyîn nava nivîsarên ermenîda ya kevinareye û li dinîyayê jî ya here qedîme.Xudanê wê merivê r’uh’anî Davît’e, lê nivîsk’arê wê kur’ê wî G’ûkase. 361 r’ûp’elên wê hene.Ew çend cara hatîye nûkirinê û r’ûp’elê wêyî e’wlin yê sala 1585-ye. Li ser vê nivîsarê gelek lêk’olîn hatine kirinê.Xebat usa hatine kirinê, ku t’u tişt zyanê nek’eve.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button