H’emû nûçe
P’aşînyan û sedirê şêwira Avropayê gavên pêşxistina p’êwendîyên Ermenîstanê û Yektîya Avropayê gotûbêj dikin

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan li Bryûsêlê t’evî sedirê şêwira Avropayê Şar’l Mîşêl gavên pêşk’etina p’êwendîyên Ermenîstanê û Yektîya Avropayê gotûbêj kirine. Derheqa wê yekêda serekwezîr r’ûap’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. Girêdayî belavbûna koronavîrûsêr’a, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan û sedirê şêwira Avropayê Şar’l Mîşêl neçûne destên hev.Em bêjin,wekî ew koronavîrûsa nû k’anûna sala 2O19-a li bajar’ê Çînstanêyî Ûhanê belav bû. T’eşkîleta h’emdinîyaêye sag’lemîxweykirinê ew çawa êpîdêmîîya nav kirîye. Reqema nexweşên bi koronavîrûsê li t’emamîya dinîyaê ji sed h’ezarî derbaztir bûye.