SerekeSîyasî

T’u xwestineke T’irk’îkîyayê mîyaser nebû, lê R’ûsîyayê açixîyên xwe dane k’ifşê

Wextê r’asthatina serokê R’ûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê T’irk’îyayê R’eceb T’ayb Êrdog’an, R’ûsîyayê ew h’emû açixî dane k’ifşê, yên ku ew t’evî eskerê Sûrîyayê dest anîn.”Ew pirseke cudaye,wekî li hev nehat Îdlîbê bi t’emamî azadkin.Nava wê êtapêda ew tiştê bûyînê nîbû.H’emû tişt bi êtapa tê kirinê.Êtapên cuda-cuda derbaz bûne û r’asthatina Pûtîn-Êrdog’an jî encamên wê dane k’ifşê”,-Alêk’sandr Xramçîxîn gotîye.Gilî derheqa r’asthatina serokê T’irk’îyayê û serokê R’ûsîyayêdane ya ku şeş seh’eta k’işand. Pûtîn dawîya hevr’axeberdana gotibû,wekî alîya girêdayî pirsa Îdlîbêr’a r’îya h’elkirinê dîtine.Bi fikira Xramçîxîn t’u xwestineke T’irk’îyayê mîyaser nebûye, lê R’ûsîyayê jî derheqa açixîyên xweda daye k’ifşê.Mesele T’irk’îyayê 2O carî e’lam kiribû,wekî eskerê Sûrîyayê gerekê paşda veger’in li ser t’abîyên berê, lê tiştên wî cûr’eyî usa jî nabe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button