H’emû nûçe

K’îjanin welatên mezine ku sîlih’a der tînin

R’eqemên h’emdinîyaîye salên 2O15-2O19-ye firotana sîlih’a himberî pênc salên pêşinda didine k’ifşê,wekî zêdaya deranîna sîlih’a ji alîyê ŞAY û Fransîyaêda hatîye mîyaserkirinê.Derheqa wê yekêda, li ser h’îmê e’lametîya înstîtûta Stokholmêye navnet’ewî Yerkir.am-ê nivîsîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî bi deranîna sîlih’ava nava pênc dewletên e’wlinda ŞAY, R’ûsîya,Fransîya, Almanîya û Çînistanin.Himberî salên 2O1O-2O14-a ŞAY deranîna sîlih’a bi 23 selefava daye zêdekirinê, lê Fransîyayê bi 72 selefa.Çi ku derheqa deranîna sîlih’ên r’ûsadane, hatîye dîyarkirinê,wekî ew 18 selefava kêm bûye. “Kêmbûna deranîna sîlih’ên r’ûsar’a me’nî Hindistane, çimkî Hindistan bik’ir’çîya sîlih’ên r’ûsaye h’îmlîye.Zêdaya sîlih’ên r’ûsaye berbi Misirê û Îraqê nikaribûye wê kêmasîyê bide t’ijîkirinê.P’êzeşkzana înstîtûta Stokholmêye navnet’ewî Alêk’sandra Ûîmovayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button