H’emû nûçe

Skaûtên ermenî bona naskirina k’omkujîya Ermenî r’azîbûna xwe e’lamî parlamênta Sûrîyayê kirine

Skaûtên ermenîye li Damişqê meşek t’eşkîl kirine û bona naskirin û şermezarkirina k’omkujîya Ermenî r’azîbûn e’lamî parlamênta Sûrîyayê kirine.Ajansa Sûrîyaêye SANA-ê r’agîhandîye,wekî t’evbûên meşê r’azalixî e’lamî endamên parlamêntê kirine û ew gava wan bilind qîmet kirine. T’evbûyên meşê bi nivîsarên r’azalixîyê, bi ala çûne berbi avayê parlamêntê, li k’îderê r’astî serokê parlamênta Sûrîyayê H’emûda Sabag’î, parlamêntvana hatine, nava k’îjanada bûye usa jî parlamêntvana e’silê xweda ermenî Nora Arîsyan.Serokê parlamêntê bi germahî t’evbûên meşê silav kirîye û ew nêzîkbûna cime’ta ermenîye hindava Sûrîyayêda bilind qîmet kirîye.Ewî gotîye, wekî t’eşkîlkirina meşê r’oja Sûrîyaêye sîmvolîkva, şorişa Sûrîyayêva hatîye girêdanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button