SerekeSîyasî

H’ukumata Herêma K’urdistanê bangî Organîzeya Net’ewên Yekbûyî kirîye, ku mihacirên li qamp’ên K’urdistanê ji koronavîrûsê bip’arêzin

H’ukumata Herêma K’urdistanê berbir’î Organîzeya Net’ewên Yekbûyî û t’eşkîletên navnet’ewîye mayîn bûye, hîvî kirîye, ku mihacirên li qamp’ên K’urdistanê ji koronavîrûsê bip’arêzin. Derheqa wê yekêda koordînatorê şuxulk’arîya navnet’ewîye mafp’arêzîyê Dîndar Zîbarî gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî bona qamp’ên li K’urdistanê qezîya heye, li k’îderê bi mîlîona mihacirên Sûrîyayê û îraqî hene. H’ukumata herêmê îdî byûcêya mexsûs boan şer’k’arîya dijî wê nexweşîyê başqe kirîye, lê byûcêya ji Beg’dayê dikare gelekî dijwar bê stendinê. “Nenihêr’î wê yekê, ku h’ukumata Îraqê bang kirîye, ku mihacir paşda veger’ine malên xwe. Herêma K’urdistanê dîsa 15O-î h’ezar meriv qebûl kirine, yên ku hatine K’urdistanê”,-Zîbarî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button