H’emû nûçe

Xebatên dijî koronavîrûsê li fir’egeha Yêrêvanêye “Zvart’nos”-ê bi r’êjîma 24 seh’etê tên mîyaserkirinê

Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan t’evî wezîrê sag’lemîxweykirinê Arsên T’orosyan, borcbirê berpirsîyarê qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyê Êdûard Martîrosyan, sedira komîtêya avîyasîya sîvîl Tat’êvîk R’êvazyanê û cêrge nevsên mayîn li fir’egeha “Zvart’nos”-ê ger’îyaye.Ji alîyê xebatk’arên fir’egehêda xebatên bona îzinnedayîna belavbûna koronavîrûsê hatine r’aberkirinê, yên ku 24 seh’eta tên mîyaserkirinê.Xeberdan derheqa wan xebatada çûye, yên ku t’evî wan r’êwîya tên mîyaserkirinê, ku ji wan welata tên, li k’îderê r’îska koronavîrûsê heye.Cîgirê serekwezîr derheqa t’eşkîldarîya diha başda daye dîyarkirinê û gotîye,wekî vir wada r’êwî gerekê k’artên adrêsa t’ijîkin, k’îjanada gerekê bidine dîyarkirinê, ku nava 14 r’ojên dawîda ew li k’îjan welata qesidîne. Tîgran Avînyan dîna xwe daye şuxulk’arîya ku li fir’egehê tê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button