H’emû nûçeSereke

Serekwezîr û kabînêta wezîra encamên êkonomîkîye ji koronavîrûsê gotûbêj kirine

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî civîna kabînêta wezîra derbaz kirîye,wextê k’îjanê encamên êkonomîkîye ji koronavîrûsê pêşdahatî hatine gotûbêjkirinê.Me’srûr Barzanî daye dîyarkirinê,wekî lazime, ku berjewandîyên welatîya h’esab hildin. “Serekwezîr bangî h’emûîya kirîye, ku h’emû qanûnên ji alîyê h’ukumatêda pêşdak’işandî, yên bona xweykirina bêqezîyabûnê xweykin”,-serekwezîr gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî encamên koronavîrûsê t’enê bi xweykirina cime’têye ji koronavîrûsê ser hevda nayê, çimkî ew usa jî h’ukumî ser êkonomîka K’urdistanê, Îraqê û t’emamîya dinîyayê dike.Serkwezîr gotîye,wekî h’ukumat dîsa sîyasîya êkonomîkîye dîvêrsîfîkasîyayê mîyaser dike.Şêwira K’urdistanêye tûrîzmê e’lam kirîye,wekî 98 mêvanxane, kafê û îdarên tûrîzmêye mayîn r’ûê xweynekirina qanûnada hatine girtinê.H’etanî niha 14 merivên bi nexweşîya koronavîrûsê li K’urdistanê hatine dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button