Armên Sargsyan ne’ma pîrozbahîyê Papê R’omayê Fransîskor’a şandîye

Serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan ne’ma pîrozbahîyê Papê R’omayê Fransîskor’a şandîye, bona bijartina wî.Armên Sargsyan li Vatîkanê baylozê Ermenîstanêyî e’wlin bûye.Lê sala 1997-a ew ji alîyê Hovhannês P’og’osê Duda bi dereca Grîgorê Zyaretîyî Xaçê Mezin hatîye xelatkirinê.Bi t’evbûna wî, sala 1999-a bi hazirîya Garêgînê E’wlin t’emaşegeha “Ermenîstan- R’oma”-ê hatîye vekirinê.Nava pîrozbahîyêda Armên Sargsyan daye k’ifşê, wekî p’evgirêdanên ermenîyaye t’evî Vatîkanê dîroka h’ezarsalaye, lê niha hevk’arîyên Ermenîstan-Vatîkanê berdewam dibin.Serokk’omar Sargsyan li dinîyaê bona t’abîxweykirina e’dilayê r’azalixî e’lam kirîye.”Ez bi germayî bîr tînim seredana Weye sala 1916-ye li Ermenîstanê û r’asthatina meye şexsî”,-nava pîrozbahîyêda, serokk’omarê Ermenîstanê gotîye. Ez gumanim,wekî emê zûtirekê dîsa r’astî hevdu bên”.Serokk’omar Armên Sargsyan bo wî sag’lemî, salên dirêj û xweşbextî xwestîye.







