H’emû nûçeSereke

Wezîreta K’urdistanêye saxlemîxweykirinê:nava 24 seh’etada li K’urdistanê hela hê nexweşekî nû nehatîye dîtinê

Wezîreta K’urdistanêye saxlemîxweykirinê êvara 14-ê adarê e’lam kirîye,wekî nava 24 seh’etada t’u nexweşekî nû nehatîye dîtinê.Hatîye gotinê,wekî li merk’ezên K’urdistanêye doxtirîyê 227 têst hatine kirinê, ji k’îjna 2O4 li Hewlêrê, 14 li Silêmanîyê, neh jî li Dihokê. Piştî wan têsta nava 24 seh’etada nexweş nehatine dîtinê.Em bêjin,wekî ji destpêka belavbûna koronavîrûsê li K’urdistanê 3742 meriv biribûne cîyên karantînê.1352 bin kontrolêda mane, lê yên mayîn çûne malên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button