H’emû nûçeSereke

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî girêdayî salveger’a k’omkujîya H’elebcêr’a bi axavtin pêşda hatîye

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî girêdayî salveger’a k’omkujîya H’elebcêr’a bi axavtin pêşda hatîye. “32 sal ji wî çaxî derbaz bûne, wextê evê r’ojê li H’elebcê êrîşa k’îmîyayî û kuştin hatine mîyaserkirinê.Ev yek beşeke k’omkujîya dijî cime’ta K’urdistanêye.Ev xirabk’arîya dijî cime’ta me birîneke k’ûr nava dîroka cime’ta K’urdistanêda hiştîye.Ev yek bûye sembola zordestîyê û neheqîyêye hindava cime’ta K’urdistanêda”,-serekwezîr gotîye.Me’srûr Barzanî daye dîyarkirinê,wekî ev salveger’a trajîk gerekê werguhêzî qewateke yekbûyî bibe, bona ku alî K’urdistanê bikin ku dijwarîyên mayîn alt’kin. “H’ukumata Herêma K’urdistanê ya ku encama berxudanêye, wê h’emû tiştî bike, bona ku alî wan meriva bike, yên ku ev trajêdî li ser xwe dîtine”,-Mes’rûr Barzanî gotîye.Em bêjin,wekî 16-ê adara sala 1988-a r’êjîma Sedem H’usêyn li bajar’ê k’urdayî H’elebcê sîlih’a k’îmîyayî da xebatê, r’ûê çida pênc h’ezar meriv hatine kuştinê, lê ji deha h’ezara zêdetir jî birîndar bûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button