H’emû nûçe

Bona h’alê qeydeder nelazime ku xwerin-xurek malda berevkin:dik’anê neyêne girtinê

Wextê h’alê qeydeder dik’anên xurek wê neyêne girtinê.Derheqa wê yekêda, wextê r’asthatina t’evî r’ojne’mevana, wezîrê Ermenîstanêyî e’daletê R’ûstam Badasyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî dik’anên xurek, dermanxane wê bixebitin.Feqet xebata cîyên nanxwerinê wê bê sînorkirinê.Wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan jî e’lam kirîye,wekî li Ermenîstanê girêdayî pirsa xurekr’a wê pirsgirêk t’unebin. T’orosyan daye dîyarkirinê,wekî bona cîguhastina bara wê sînorkirin t’unebin.Pirsên ku dikarin pirsgirêkên sosîyal-êkonomîkî pêşda bînin, wê her dem merk’eza guhdarîya h’ukumatê û serekwezîrdabin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button