H’emû nûçe
Patrîyarxê t’emamîya Ermenîya Garêgînê Duda berbir’î cime’tê bûye û gotîye,wekî girêdayî nexweşîya koronavîrûsêr’a r’oja dua’kirina h’emmiletîyê wê bibe
Dêra ermenî qirar kirîye, ku ji t’eşkîldarîyên dêrêye bona zewacê paşda bisekine, lê t’eşkîldarîyên bo definkirina jî bide sînorkirinê. Dêra ermenî 18-ê adarê e’lam kirîye çawa r’oja dua’kirina h’emmiletîyê.H’etanî r’oja pêncşemê t’eşkîldarîyên dêrê wê ji seh’eta neha h’etanî berêvarê seh’eta h’evta derbazbin.T’eşkîldarîyên dêrê wê derdadayîbin, bêyî t’evbûna cime’tê.Cêrge cejinên r’uh’anî wê t’am neyêne derbazkirinê.