H’emû nûçeSereke

Kabînêta h’ukumata Herêma K’urdistanêye wezîra h’alê girêdayî koronavîrûsêr’a bi hevdîtina bi întêrnêtê gotûbêj kirîye

Bi ce’dandina wê yekê, ku bi fîzîkî li r’ex hev nîbin bona ku koronavîrûs belav nebe, civîna şêwira wezîra ya Herêma K’urdistanê onlayn derbaz bûye. Sedirtîya civînê Me’srûr Barzanîyê serekwezîr kirîye.Wextê wê hevdîtinê pirsên derheqa hevk’arîya nava şer’k’arîya koronavîrûsê hatine gotûbêjkirinê.Anegorî e’lametîya Me’srûr Barzanîyê serekwezîr, ewî bang kirîye, ku çûyîn-hatinên herr’oje bidine sînorkirinê û ji kontaktên bi fîzîkî dûr bimînin, ku vîrûs belav nebe.H’ukumata Herêma K’urdistanê gavên dijî koronavîrûsê berk’ kirine. H’etanî niha li Herêma K’urdistanê ji koronavîrûsê merivek wefat bûye, lê li t’emamîya herêmê bi t’omerî hildayî 35 nexweş hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button