H’emû nûçe

Nava r’ojên h’alê qeydederda li Ermenîstanê wê pirsgirêka p’êwendîya t’unebe:wezîr

K’oma ji p’êşekzanên cuda-cuda t’eşkîlkirî hatîye sazkirinê, ya ku t’evî wezîreta saxlemîxweykirinê wê hevk’arîyê bikin, ku înformasîyayên derheqa nexweşîyêda berevkin û ew yekê îzinê bide h’al qîmetkin û pêşda haj qewimandina hebin.Wezîrê senaya têxnologîyayên bilind Hakob Arşakyan r’aber kirîye, ku t’eşkîldarîyên çawa tên mîyaserkirinê, ku goveka t’evgirêdana bi xebata xweva bê ç’areserkiriê.Wezîr gotîye,wekî t’evî hevaltîyên goveka p’êwendîya r’asthatin derbaz bûne û daye bawarkirinê,wekî nava qulixdarîyên întêrnêtê, t’êlefonada pirsgirêk wê t’unebin.Ewî gotîye,wekî h’emû p’îsk bin kontrolêdanin.Wezîr ew yek silav kirîye,wekî nava goveka t’evgirêdanada gelek îdî derbazî xebata bi întêrnêtê bûne, bi saya çi kontakta meriva kêm bûye, bona ku vîrûs belav nebe.Usa jî derheqa xebata postada xeberdaye û gotîye,wekî xebata posta jî berdewame.Bi gotina wezîr eva mecaleke başe bona ku welatî kêm ji malên xwe derk’evin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button