SerekeSîyasî

Parlamêntvana ji partîya K’urdistanêye Dêmokratîk: ew yek girînge, ku Adnan Zorfî şaşîyên serekwezîrê Îraqêyî berê newek’ilîne

Parlamêntvana Îraqêye ji partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Vîyan Sebrîyê gotîye,wekî Adnan Zorfî gerekê kabînêta h’ukumatêye nû sazke, ya ku gerekê t’evî k’urda û sunîya bighîje hevr’aqayîlbûnê, çimkî ev pirs gelekî girînge.Em bêjin,wekî serokê Îraqê Berhem Salih’ t’eslîmî Adnan Zolfîyê parlamêntvan kirîye, ku ew h’ukumata nû sazke.Wextê hevp’eywîna t’evî Bas Nyûsê Vîyan Sebrîyê gotîye, wekî frak’sîya partîya K’urdistanêye Dêmokratîk wê guhdarîya mexsûs bide ser wê yekê ku Adnan Zolfî wê borcdarîyên xweye bo sazkirina h’ukumata nû çawa diqedîne.Dawîyê parlamêntvanê gotîye,wekî serekwezîrê t’ezek’ifşkirî gerekê şaşîyên Meh’med E’lewî newek’ilîne û ew gerekê t’evî k’urda û sunîya berbi kompromîsê her’e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button