H’emû nûçe

Gumana me bona pêşk’eftinên baş hebû û em bona tiştê herî xirab hazir dibûn:Nîkol P’aşînyan

H’ukumata Ermenîstanê qezîya bona belevbûna koronavîrûsê h’esab hildaye. Derheq wê yekêda wextê hevp’eyvîna t’evî têlêvîzîyona “Şant'”-ê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan gotîye. Ewî caba wê pirsê daye, ku gelo h’ukumata Ermenîstanê qezîya belavbûna koronavîrûsê h’esab hildaye, yan na. “Hela hê 3O-ê meha çile bi qirara min k’oma xebatê hatibû sazkirinê, bona ku me belavbûna koronavîrûsê li Ermenîstanê bida sekinandinê. Ew yek dide k’ifşê, ku me h’emû tişt qîmet kirîye û em fikirîne,wekî em nava dinîya globalda dijîn, p’êwendîyên meye t’evî dinîya der berfire bûne û ew yek jî zelal bû,wekî prosêsên Çînistanê wê bighîjine Ermenîstanê jî.Gumana bona pêşk’eftinên baş hebû û em bona qezîya jî hazir dibûn”,-P’aşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button