H’emû nûçe

Îmzeberevkirina bona peymana r’ûsa-t’irkaye sala 1921-ê bi meremê valaderxistina peymanê guhdarîya mezin stendîye

Sala 2O21-ê 16-ê adarê sedsalîya peymana Moskvayê demam dibe.Bi dîyarkirina wê yekê,wekî peymana Moskvayê bêyî t’evbûna wek’îlên alîyê ermenîya yazîya cime’ta ermenî û welatê wêyî dîrokî hatîye qirarkirinê, “Lîga sîyasî” îmzeberevkirina h’emermenî t’eşkîl kirîye. “Lîga sîyasî” wê peymanê çawa ya neheq qîmet dike û wê yekê çawa gaveke nuxsankirinê h’esab dike:”Anegorî peymana Moskvayê û paşê ya Qersê, R’ûsîya bolşêvîka qeza Qersê û Surmelîyê t’eslîmî T’irk’îyayê kir, lê paşê jî Nexçêvan t’eslîmî Adirbêcanê kir.T’irk’îya k’emalîst û R’ûsîya bolşêvîk, bi xebitandina h’alê cime’ta ermenîyî dijwar, bi hevk’arî p’ir’anîya welatê ermenîya p’arç’e kirin û ji wî welatî p’arç’ekî gelekî biç’ûk hiştin.Ev peyman dokûmênta neheqe, ya ku dijî cime’ta ermenîye û bo wê yekê jî lazime, ku wê dokûmêntê şermezar bikin û carke mayîn lê biniêr’in”.Bi wî meremî îmzeberevkirin destpê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button