H’emû nûçeSereke

Li qamp’ên mihaciraye li K’urdistanê gavên dijî belavbûna koronavîrûsê hatine avîtinê

H’ukumata Herêma K’urdistanê gavên anegor avîtine, bona ku li qamp’ên mihacira koronavîrûs belav nebe. Serokê dêpartamênta pirsên mihaciraye li Dihokê Fahîm E’bdile gotîye,wekî bona çûyîn- hatina mihaciraye nava qamp’ada daye sînorkirinê, li k’îderê mihacirên ji Sûrîyayê, Îraqê cîwarbûyîne. Fahîm E’bdile daye dîyarkirinê, wekî r’îskên belavbûna neweşîyê li qamp’a bilindin, çimkî p’ir’anîya wana çadirada dijîn û qewilên sanîtarîyê jî sînorkirîne. Li qamp’ên Dihokê 75O-î h’ezar mihacir hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button