SerekeSîyasî

Pomêyo qwilên usa pêşda k’işandine, ku heger usabe, Îraqê piştgirîya ŞAY bistîne

Serekwezîrê Îraqêyî t’ezek’ifşkirî Adnan Zûrfî wê piştgirîya ŞAY bistîne, heger ew serbestîya welêt dayne cîyê e’wlin ku şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê berdewamke, pêr’a jî mafê mêriv bip’arêze.Derheqa wê yekêda k’atibê ŞAY-yî dewletê Mayk’il Pompêyo r’ûp’elê xweyî T’wîttêrêda nivîsîye. “Îraqî dixwezin ku h’ukumata Îraqêye nû serbestîya welêt xweyke ku r’uşetxwerin t’unebe û mafên mêriv bên p’arastinê.Heger Adan Zûrfî wan pirsa dayne cîyê e’wlin, wî çaxî ŞAY civaka navnet’ewî wê piştgirîya Zûrfî bikin”,-ewî nivîsîye.Serokê Îraqê Berhem Salih’ Adnan Zûrfî çawa serekwezîrê Îaqêyî nû k’ifş kirîye û t’eslîmî wî kirîye, ku ew h’ukumata nû sazke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button