H’emû nûçe

Bi progirama têlefonê wê mecalê hebe bidine e’yankirinê, ku meriv bi koronavîrûsê nexweşe, yan na

Progirama têlefonêye ji alîyê îranîyada pêşnîyarkirî pirsa dide mêriv, piştî dayîna bersiva ewê t’emîya bide çi bikin.Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye, wekî zûtirekê merivê bikaribin bersivên pirsên progirama têlefonê bidin û piştî wê yekê wê bikaribin fe’m bikin ku ew bi koronavîrûsê nexweşin, yan na. “Hevalk’arekî meyî îranî progirameke têlefonê daye me, ya ku wê îzinê bide, ku bi dayîna bersivên pirsa û dîyarkirina cîyê xwe, h’ejmara têlefona xwe,derheqa h’alê xweyî saxlemîyêda û li ser h’îmê pirsên t’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinê, merivê bikaribe fe’m bike ku gelo pirsgirêka wî heye, yan na û ew gerekê çi bike”,-cîgirê serekwezîr nivîsîye.Em bîr bînin,wekî anegorî înformasîyayên dawî li Ermenîstanê 122 nexweşên bi koronavîrûsê hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button