H’emû nûçe

K’oma p’êşekzanên ermenî, ya têk’nolocîyayên înformasîyon wê belavbûna koronavîrûsê bide modêlkirinê

Bi meremê berevkirina înformasîyayaên derheqa belavbûna koronavîrûsêda, bo lêk’olînîyê hevk’arîya t’evî hevalk’arên navnet’ewî k’oma lêk’olînîyê hatîye hazirkirinê, k’îjanêda şiroçî, p’êşekzanên têk’nolocîyên înformasîyon û fikirdarên mayîn berev bûne.Wezîrê Ermenîstanêyî senaya têk’nolocîyên bilind Hakob Arşakyan r’astî p’êşekzanên k’omê hatîye û gavên wane zûtirekê gotûbêj kirine.Meremê k’omê ew bû, ku bi xebitandina têk’nolocîyên we’dê niha merk’ezên vîrûsê bêne xerîtekirinê, derheqa çûyîn-hatina pê bih’esin û nava encamên wê yekêda belavbûna koronavîrûsê bidine modêlkirinê.Ew yek dikare piştgirîyê bide xebata doxtira.Hakob Arşakyan guman e’lam kirîye,wekî şuxulk’arîya k’omê wê îzinê bide înformasîyayên r’ast derheqa h’alda bistînin û bi saya wê yekê xebatê baş bê koordînasîyakirinê. Wextê hevdîtinê, alîyên şuxulk’arîya k’omê hatine gotûbêjkirinê.Ev pr’oje bi înîsîyatîva wezîreta têk’nolocîyayên bilind û bi hevk’arîya t’evî wezîreta saxlemîxweykirinê tê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button