H’emû nûçe

Nava r’aporta derheqa bextewarîya h’emdinîyaîda Ermenîstanê cîyê 116-a girtîye

Nava r’aporta derheqa bextewarîya h’emdinîyaîda Ermenîstanê cîyê 116-a girtîye.Derheqa wê yekêda Organîzeya Net’ewên Yekbûyî r’aport hazir kirîye.Nava wê r’aportêda h’alê xweşîya wan welata tê dîyarkirinê, li k’îderê tê k’ifşkirinê, ku cime’ta k’îjan welatî xwe bextewar h’esab dike.Nava navnîşêda 156 welatin.Cara e’wlin nava r’aportêda h’alê bajar’a tê qîmetkirinê, li k’îderê dor-ber h’ukumî li ser xweşîya cime’tê dikin.Gilî derheqa h’alê cime’têdane.Nava wê navnîşêda welatê herî xweş Fînlandîyaye.Dik’evine nava deh dewletên e’wlin Danîya, Şvêysarîya, Îslandîya, Norvêc, Nîdêr’land, Swêd, Zêlandîya Nû, Avstrîya.Cîyên dawîda Afg’anistan, Sûdana Başûr, Zîmbabvê, R’ûanda, K’omara Afrîka Merk’ezî, Tanzanîya, Yêmên, Hindistanin.Gurcistan cîyê 117-ye, Îran cîyê 118-ye, Adirbêcan cîyê 89-a, T’irk’îya cîyê 93-a, R’ûsîya jî cîyê 73-ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button