H’emû nûçeSereke

T’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinê gavên Herêma K’urdistanêye dijî koronavîrûsê bilind qîmet kirine

T’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinê gavên h’ukumata Herêma K’urdistanêye dijî koronavîrûsê bilind qîmet kirine û daye dîyarkirinê,wekî welatîyên li Herêma K’urdistanê bi borcdarî gur’a gotinên seroketîyê dikin.Wek’îlê oîfsa t’eşkîleta h’emdinîyayî Adnan Navar daye dîyarkirinê,wekî gavên xwep’arastinê ji alîyê h’ukumata herêmêda avîtî yên r’astin û wekî ew anegorî prînsîpên t’eşkîletêne. “Welatîyên herêmê gur’a wan gotina dikin,bi t’aybetî wextê ku îzin t’une ku ji malên xwe derk’evin û wê yekê nikarî himberî provînsîyayên Îraqêye mayîn bikî”,- ewî gotîye. H’etanî niha li K’urdistanê t’enê merivek ji koronavîrûsê wefat bûye û ji 47 meriva, 13 meriv qenc bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button