SerekeSîyasî

Wek’îlê wezîreta pêşmerga:koalîsîyona ŞAY wê qewatên xwe ji K’urdistanê dernexe

Wek’îlê wezîreta K’urdistanêye pêşmerga Babak’ir Fayîk Ah’med gotîye,wekî qewatên koalîsîyona navnet’ewî wê ji Herêma K’urdistanê neyêne derxstinê.Piştî êrîşên bi r’okêta yên berbi qewatên koalîsîyonêye li Îraqê, koalîsîyonê qirar kir, ku qewatên xweye ji sê bazayên leşkerî bide derxistinê.Li vir pirs pêşda tê, ku gelo qewatên koalîsîyayê wê ji Herêma K’urdistanê derk’evin, yan na.Babak’ir Fayîk Ah’med ew yek îzbat kir,wekî koalîsîya navnet’ewî qewatên xwe ji sê bazayên Îraqê derdixe.Ewî gotîye,wekî qewatên koalîsîyonê wê ji K’urdistanê dernek’evin û wê t’e’lîmkirina pêşmerga berdewam bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button