H’emû nûçe

Çînistanê k’incên doxtirîyê û aparatên bona dayîna hewêye bona p’işika bide Ermenîstanê

Wextê qisa bi t’êlefonê, ya t’evî cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Avêt Adons, baylozê Çînistanêyî li Ermenîstanê T’îên Êrlûn gotiye, wekî Çînistan hazire bahê 110 000 dolarên amêrîkî piştgirya kincên doxtiryêye mexsûs û aparatên hewêye bo p’işika bide Ermenîstanê.Cîgirê wezîrê k’arên der ew yek bilind qîmet kiriye, wekî aliyê çîna cêr’ibandina xweye nava şer’k’ariya dijî koronavîrûsê t’evî Ermenîstanê p’evdiguhêr’e. Ewî sazkirina dik’a bi întêrnêtê, ya derheqa zanebûnên bo şer’k’ariya dijî koronavîrûsê bilind qîmet kiriye. Ewî hazirkirina xebata derheqa şer’k’arya dijî wê nexweşiyê, ya ji alyê nexweşxana qeza Çînistanêye Ç’isyangêda hazirkirî girîng h’esab kiriye, ya ku t’eslîmî wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button