H’emû nûçe

Li Ermenîstanê civînên meh’kemê jî wê li ser dûrayê bên derbaskirinê

Li Ermenîstanê, nava qewilên h’alê ji qeydederda, yê ku r’ûyê koronavîrûsêda hatiye e’lamkirinê, mecalê hebe ku civînên meh’kemê jî li ser dûrayê bidne derbaskirinê.Şêwira meh’kemêye here bilind r’agîhandiye, wekî bi h’esabhildana pêwîstîya şuxulk’arîya meh’kemê, nava h’alê pêşdahatîda kamêra dane h’emû meh’kema ku ew wî cûr’eyî şuxulk’arîya xwe berdewam bikin. Civînên meh’kemê wê bi r’îya kamêra li ser dûrayê bên derbaskirinê. “Niha xebatên têk’nîkî tên mîyaserkirinê, têxnîkayê li serayên meh’kema cî û war dikin”,- nava e’lametiya şêwira meh’kemêye here bilindda hatiye gotinê. Van r’ojên nêzîkda civînên meh’kemê wê destpê bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button