H’emû nûçeSereke

Wek’îla Organîzeya Net’ewên Yekbûyî bangî Îraqê kirîye, ku dijî koronavîrûsê şer’k’arîyê bikin, li malên xweda bimînin

Wek’îla Organîzeya Net’ewên Yekbûîye li Îraqê Canîn Hênîs Plasçêrtê bangî welatîyên Îraqê û K’urdistanê kirîye, ku qanûnên pêşdak’işandî, yên ji alîyê wezîreta saxlemîxweykirinêda pêşnîyarkirî xweykin û bi wî cûr’eyî alî şer’k’arîya dijî koronavîrûsê bikin. Ev e’lametî piştî r’asthatina t’evî wezîrê Îraqêyî saxlemîxweykirinê Plasçêrtê belav kirîye.Hênîs Plasçêrtê bîr anîye,wekî meriv dikarin nava belavbûna koronavîrûsêda r’ola girîng bilîzin, heger ew malên xweda nemînin.Xêncî wê yekê wek’îla Organîzeya Net’ewên Yekbûyî daye dîyarkirinê, ku gavên li Îraqê û K’urdistanê avîtî gumanê didin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button