H’emû nûçeSereke
Wezîrê K’urdistanêyî k’arên hundur’ îzin daye xwendik’arên ku li T’irk’îyayê dixwînin, paşda veger’ine malên xwe
Wezîrê K’urdistanêyî k’arên hundur’ qayîl bûye, ku xwendik’arên k’urde ku li T’irk’îyayê dixwînin paşda veger’ine K’urdistanê.Pêşda wezîreta k’arên hundur’ r’ûê koronavîrûsêda îzin nedida, ku çûyîn- hatin hebe, çimkî gavên anegor dijî belavbûna koronavîrûsê tên avîtinê.Îzina xwendik’ara peyî wê yekêr’a dan,wextê ku li ser sînorê K’urdistanê û T’irk’îyayê çend meriv hatine girtinê.Piştî wê yekê ew berbir’î wezîrê k’arên hundur’ bûn û îzina wan dan ew bên K’urdistanê, lê bi we’dê du h’evtîya nava kar’antînêdabin.